• Sunday, 24 November 2024
logo

Amed - Qedexekirina 'Jin, Jiyan, Azadî' hat protestokirin

Gulan Media November 24, 2024 Nûçe
Amed - Qedexekirina 'Jin, Jiyan, Azadî' hat protestokirin

Biryara qedexekirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hat protestokirin.

Hat ragihandin ku Parêzgariya Amedê ya Bakurê Kurdistanê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qedexe kiriye.

Tevgera Jinen Azad (TJA) biryar dabû ku 25ê Çiriya Paşîn di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan de li ser Pira Dehderî ya Amedê çalakiyekê li dar bixe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), hate diyarkirin polîs jinan geriyaye û ji wan re gotiye dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatiye qedexekirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê got, "Em hîn bûn ku Parêzgariya Amedê dirûma me ya Jin, Jiyan, Azadî qedexe kiriye.

Em nêzîkatiya qedexekirinê ya ku her tim astengiyan datîne pêşiya jinan, armanca kêmkirina destkeftiyên jinan şermezar dikin."

Jinan bi tilîlî û dirûşman bertek da biryara qedexekirinê.

 

Rudaw

Top