Li Qersê erd hejiya
Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek bi hêza 4 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê navçeya Qaxizmanê ya Qersê ye.
Li gorî AFADê, erdhej destê sibehê demjimêr 04:47an li navçeya Qaxizmanê ya Qersê çêbûye û hêza wê 4 pile bûye.
AFADê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 7,71 kîlometre bin erdê bûye.
Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ên Mereşê ku bandor li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir, heta niha bi hezaran erdhej û paşlerze çêbûne.
Rudaw