Serok Barzanî ji bo malbata hunermend Zahir Ebdulah peyameke sersaxiyê şand
Serok Barzanî îro 23.011.2024, bi minasebeta koça dawî ya hunermendê Kurd Zahir Ebdullah peyameke sersaxî û hevxemiyê pêşkêşî malbat û kesûkarên wî kir.
Naveroka nameya serok Barzanî:
Binavê xwedê mezin û dilovan
Bi xemginiyeke mezin min nûçeya koça dawî ya hunermendê şano û diramayan Zahir Ebdulah wergirt.
Zahir Ebdulah kesayetî û hunermendekî navdar ê welatparêzê Hewlêrê bû ku bi dilsozî xizmeta şano û dramaya Kurdî kir.
Ez sersaxiyê ji malbat, xizm û nasên Zahir Ebdulah û hemû hunermendên Kurdistanê re dixwazim û xwe şirîkê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin dixwazim ku rihê rehmetî bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê bi de hemû aliyekî.
Înna lîllahî we înna îlahî racîûn.
Mesûd Barzanî
23.011.2024
Basnews