Lîwa Ebdilxaliq Telhet: Xelkekî zêde vegeriyaye ser warên xwe
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serperiştyarê Neynawayê ragehand, “Ji ber arêşeyên Îraqê, 10 heta 20 an 30 salan carekê serhejmêrî tê kirin, lewma serhejmêrî xasma ji bo deverên derveyê Herêma Kurdistanê gelek giring e.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serperiştyarê Neynawayê û Rojavayê Neynawayê Lîwa Ebdilxaliq Telhet îro (Çarşem, 20.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de li Mexmûrê ragehand, “Xelk pabendî qedexeya hatin û çûnê ye, ji ber ku hin caran arêşe di navê kesekî de an jî di cihê wî de ji bo serhejmêriyê çê dibe. Serhejmêrî gelek giring e, lewma jî welatî pabendî vê qedexeyê ne.”
Lîwa Ebdilxaliq Telhet got, “Ji ber arêşeyên Îraqê, 10 heta 20 an 30 salan carekê serhejmêrî tê kirin, lewma serhejmêrî xasma ji bo deverên derveyê Herêma Kurdistanê gelek giring e.” Herwesa got, “Ji ber ku gelek welatiyên Kurd erd û milk li wan deveran hene, lewma baştir e pabend bin û vegerin warên xwe. Herwesa vê serhejmêriyê li paşerojê dê feyde ji bo wan welatiyan hebe.
Navbirî amaje jî da, “Xelkekî zêde vegeriyaye ser warên xwe. Ên ku venegeriyane jî, Qayimqamê Mexmûrê dikare wan arêşeyan bi hêsanî çare bike, ji bo ku navên wan tomar bike. Ew cihên ku çi kesek jî lê nemaye, tîm diçin wan deran û xelk jî vegeriyaye û ji aliyê ewlehiyê jî ve hemî arêşe hatine çarekirin.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa jî kir, “Çêbûna lîwayên hevpar di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Îraqê de wekî ezmûnekê bû. Ez dikarim bibêjim serkeftî jî bû. Wan her du lîwayên ku hatine damezrandin bi hevparî niha cihên xwe girtine û karên wan bi rêkûpêkî bi rê ve diçin.”
Piroseya serhejmêriya şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê seet 07:00 ê sibeha îro (Çarşem, 20.11.2024) dest pê kir û heta sibe (Pêncşem, 21.11.2024) berdewam dibe.
K24