Di vîdeoyekî de Reyan Kildanî guhê kesekî sivîl jêdike
Di vîdeoyekî de ku di medya civakî de belav bûye, berpirsê Tevgera Babilyon a ser bi Heşdî Şeibî Reyna Kildanî guhê kesekî sivîl jêdike.
Di vîdeoyekî li pêgehên medya civakî de belav bûye Reyan Kildanî ku fermandarê hêzên Heşdî Şeibî ye û bi siyaseta tundiya mezhebî û karê neyasayî û terorê tometbare, bi aşkera û bi gefxwarinê, bikaranîna kêrê ve guhê girtiyekî sivîl ê bêçek jêdike.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê Tevgera Babilyon a Reyan Kildanî wek grubeke terorîst pênase dike û ceza li ser wan sepandiye, sedem jî ji ber mafên mirov li Iraqê binpêdikin.
Basnews