• Thursday, 21 November 2024
logo

Şaxewan Ebdula: Îro me nasnameya Kerkûkîbûna xwe nû kir

Gulan Media November 21, 2024 Nûçe
Şaxewan Ebdula: Îro me nasnameya Kerkûkîbûna xwe nû kir

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê beşdarî proseya encamdana serjimêriya rûniştvanan kir û Kerkûkîbûna xwe teqez kir.

Roja 20.11.2024ê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula di tora xwe ya taybet a civakî facebookê de çend wêneyek belav kir û ragehand: ‘’Îro serê sibehê me nasnameya Kerkûkîbûnê ya xwe nû kir.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Derveyî tomarkirina malbatên xwe li gel tîma serjimêriyê me behsa çawaniya rêveçûna proseyê kir û ji bo her astengekî li gel amarên Kerkûk û Bexdayê em li ser xetê ne.’’

 

Basnews

Top