• Tuesday, 03 December 2024
logo

Hejmara kuştiyên êrîşa Îsraîlê ya li Tedmûrê geheşt 61 kesan

Gulan Media November 21, 2024 Nûçe
Hejmara kuştiyên êrîşa Îsraîlê ya li Tedmûrê geheşt 61 kesan

Hejmara kuştiyên êrîşa Îsraîlê li ser bajarê Tedmûrê ya li parêzgeha Humsê gihîşt, 61 kesan ku 28 ji wan, çekdarên milîsên ser bi Îranê yên ji regezên biyanî ne. 

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, balefirên Îsraîlê duhî 20ê Mijdarê  2 cih li taxa Cimiyê ya Tedmûrê ku yek ji wan komgeheke çekan e û cihê sêyem jî civîneke serkirdeyên milîsên Îranî ligel serkirdeyên Tevgera Nûceba ya Îraqî û serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî bombebaran kirin.

Rewangehê diyar kir, di êrîşan de 61 kes hatine kuştin, ji nava wan 33 kes welatiyên Sûriyê ne yên din jî biyanî ne û çekdarên Tevgera Nuceba ya Iraqî û Hizbullaha Libnanî ne.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di êrîşa Îsraîlê de zêdeyî 50 birîndaran hene, 7 ji wan sivîl in.

Îsraîlê ji destpêka îsal ve 152 caran xaka Sûriyeyê kiriye armanc, tê de 273 armanc wêran kirine, 364 leşker û çekdar kuştine û 305 jî birîndar bûne. Herwiha 62 sivlî hatine kuştin kuştin û 69 sivîl jî birîndar bûne.

 

Basnews

Top