• Wednesday, 04 December 2024
logo

Pevçûn û koçberbûna rûniştvanên Rojhiatê Firatê – HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navnetewî operasyon pêkanî

Gulan Media December 3, 2024 Nûçe
Pevçûn û koçberbûna rûniştvanên Rojhiatê Firatê – HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navnetewî operasyon pêkanî

Çavkaniyekî agahdar îro 03.12.2024ê ragehand li ser daxwaz û piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî, Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD)ê îro êrîş û operasyonek li ser 7 gundên bin desthilatiya alîgirên rejîma Sûriyê û Îranê yên li Rojhilatê Firatê pêkaniye.

Heman çavkaniya nêzîk HSDê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi fermana Hêzên Hevpeyman a Navnetewî, HSDê bi beşdariya çekdarên eşîretên alîgirê encûmena leşkerî ya Dêrezorê, bi armanca kontrolkirin û derxistina çekdaran li wan navçeyan, êrîş kirine ser 7 gundan, ku alîgirên rejîma Esed û Îranê li wan deveran desthilatbûn û ji wan deveran ve êrîş dikirin ser Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî.’’

Herwaha got: ‘’HSDê karî bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî û çekdarên eşîretan ve gundên Husêniye kontrol bikin û pevçûnên li navçeyê jî berdewam in.’’

Li gor heman çavkaniyê ‘’Hêzên Rûsyayê çend rojek berî naha bi hemahengiya li gel Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî ve ew heft gund bicîh hiştin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Balefirên Hevpeymaniya Navnetewî beşdarî li êrîşa li ser 7 gundan de kirin, ku hejmarek cîhên grubên alîgirên Sûriyê û Îranê bombebaran kirin.’’

Vê derbarê de Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê bi daxuyaniyekî ragehand: ‘’Li rojavayê Suriyê di demên dawî de gelek bûyer diqewimin û heta herêmên çolistanî bandorek wan a ciddî heye. Lewma ji ber van bûyeran, metirsî heye ku bi taybetî li bakûr û rojhilatê Dêrazorê li deverên ku valatiya ewlekariyê lê heye, şaneyên DAIŞê bikevin nava liv û tevgerê.’’

Li gor heman daxuyaniyê: ‘’Ji ber vê metirsiya cidî em agahdariyê dikin ku hêzên me li gundên Salihiye, Tabiye, Hatla, Haşam, Marat, Mazlum û Huseyniye yên li rojhilatê Dêrazorê berpirsyariya gelên herêmê girtiye ser xwe.’’ 

Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê diyar kir: ‘’Hêzên me li ser banga gelê herêmê ya li hemberî metirsiya ku çeteyên DAIŞ’ê geşedanên li rojavayê welat ji xwe re bike hincet û tevlîheviyan derxîne, li van gundan hatine bicîhkirin.’’

Ji aliyê din ve çavkaniyên navxwe jî dibêjin: Beşek ji rûniştvanên navçeyê di encama topbarana hêzên li herêmê û pevçûnên berdewam de koçberî navçeyên din dibin.

Herwaha tê gotin, ‘’Balefirên Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî cîhên milîsên Îranê yên li bajarokê Xeşam a bakurê rojhilatê Dêrezorê kirine armanca êrîşê.

 

Basnews

Top