Heyet Tehrîr El-Şam gund û bajarokên zêdetir li bakurê Hemayê kontrol dike
Piştî şer û pevçûnên giran û bombebarana asmanî ya tund, Heyet Tehrîr El-Şam û komên çekdar çen gund û bajarokên gundewarê Hemayê kontrol dikin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam û grûpên hevalbendên, piştî pevçûnên tund bi hêzên rêjîmê re, karîn di çend demjimêrên borî de bajarokên Teybet El-Îmam, Hilfaya, Soran û Meirdîs li gundewarê bakurê Hemayê kontrol bikin.
Da zanîn jî, firokeyên şer û helîkopterên rêjîmê zêdetir ji 45 êrîşên asmanî bi bombe û bermîlên teqîner li dijî çekdaran pêk anîn û piştî pevçûnên giran, karîn hewlên Desteya Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê yên ji bo kontrolkirina Keleha El-Medîq û hin xalan din, têk bibin.
Bajarê Hemayê li navenda Sûriyeyê li ser çemê Asî ye û 213 k.m li bakurê Şamê ye. Hema ji aliyê rûniştvanan ve piştî Şam, Heleb û Humsê di rêza çaremîn de ye. Di sala 1982 de, Îxwan Mislimîn li Hemayê dijî desthilata Beis derketin, artêşa Sûriyeyê jî ket Hemayê û zêdetir ji 30 hezar rûniştvanên bajêr hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve, ajansa “Reuters” li ser zarê du jêderên ji artêşa Sûriyeyê belav kir, endamên grûpên Şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, ji Iraqê derbasî Sûriyeyê bûne û ji bo piştevaniya hêzên rêjîmê ber bi bakurê Sûriyeyê ve diçin.
Ev yek piştî wê tê, çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê roja 30î Mijdara borî ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê û Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kontrol kirin.
Basnews