• Thursday, 21 November 2024
logo

Wezîrê Plandananê: Em ji welatiyan dixwazin bo serhejmêriyê vegerin warên xwe

Gulan Media November 20, 2024 Nûçe
Wezîrê Plandananê: Em ji welatiyan dixwazin bo serhejmêriyê vegerin warên xwe

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê daxwazê ji wan welatiyan dike yên ku mane vegerin warên xwe, ji bo ku bên serhejmêrkirin û wekî xelkê resen ê wan deveran bên tomarkirin.

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê Dara Reşîd îro 20.11.2024 di konferanseke data û zanyaran de ragehand, “Bi hevkarî û hevahengiya Wezareta Plandananê ya Iraqê, me karî bi awayekî biserkeftî bigehin roja yekê ya serhejmêriyê.”

Dara Reşîd diyar kir: “Em spasiya desteya amarê û tevaya birêveberiyên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û îdareyên serbixwe yên Soran, Raperîn, Germiyan û yek bi yek Desteya Amarê ya Kurdistanê dikin ku, karîne bi awayekî biwêrane û bi demeke kêm û bi kêmtirîn budce zêdetirîn kar bikin.”

Wezîrê Plandananê yê Herêma Kurdistanê ragehand: “Em wekî Herêma Kurdistanê gelek paştir li paş Hikûmeta Iraqê bûn, ji ber arêşeya tablêtan, heta em gehiştin çareserkirina arêşeya wan tablêtan.”

Dara Reşîd ragehand, “Em spasiya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dikin ku vegeriyane cihên dîrokî yên bav û kalên xwe, em hêvîdar in ên ku mane jî vegerin warên xwe ji bo ku bên serhejmêrkirin, ji ber ku ew kesên li rojên 20 û 21ê vê mehê tên serhejmêrkirin wekî xelkê resen ê wan deveran tên tomarkirin.”

Wezîrê Plandananê got: “Herêma Kurdistanê gelek ji mêj ve li benda serhejmêriya şêniyan e, ji ber ku ew serhejmêrî gelek giring e. Ew serhejmêrî rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji hejmara giştî diyar dike, ew jî ji bo wê yekê ku êdî ji aliyê Hikûmeta Iraqê û gêwlê siyasiyên Iraqê ve yarî bi pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê neyên kirin.”

Piroseya serhejmêriya şêniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê seet 07:00 ê sibeha îro 20.11.2024 dest pê kir û heta sibe 21.11.2024 berdewam dibe.

 

Basnews

Top