Demîrtaş: Bi lihevkirina PKK û dewletê pirsgirêk çareser nabe
Hevserokê berê yê HDPyê û siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demîrtaş derbarê pêvajoyeke nû ya çareseriyê de got, "Bi lihevkirina dewlet û PKKyê pirsgirêk çareser nabe, divê gel jî di nav pêvajoyê de cih bigire.”
Parêzer û siyasetmedarê Kurd Sidki Zîlan roja yekşemê li Girtîgeha Edirneyê bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kir.
Sidki Zîlan derbarê serdana xwe ji Rûdawê re axivî û got:
“Hevdîtina me û Selahattîn Demîrtaş nêzîkî 2 demjimêran berdewam kir. Em li ser rojeva siyasetê û pêvajoya çareseriyê axivîn.”
Zîlan da zanîn ku Demîrtaş jê re gotiye, “Ji bo pêvajoya çareseriyê ti hevdîtina rasterast ji aliyê dewletê û AK Partiyê ve bi wî re nehatiye kirin.”
“Ez kesekî girtî me û li ser pirsa Kurd gotûbêjê nakim”
Bi gotina Zîlan, hevserokê berê yê HDPyê gotiye:
“Ez amade me piştgiriya pêvajoyê bikim, hinek parêzer hatin serdana min lê min ji wan re got, ez di girtîgehê de bi we re li ser pirsa Kurd naaxivim.
Ez kesekî girtî me. Eger hûn dixwazin em li ser çareseriyê gotûbêjê bikin, destpêkê min berdin, em li ber derî biaxivin.”
“Ji bo çareseriyê divê Kurd bibin hevbeşê dewletê”
Demirtaş her wiha gotiye: “Bi lihevkirina dewlet û PKKyê pirsgirêk çareser nabe, divê gel jî di nav pêvajoyê de cih bigire.
Eger wiha nebe aştiya civakî pêk nayê. Ji bo çareseriyê divê Kurd bibin hevbeşê dewletê.”
Rudaw