• Thursday, 26 December 2024
logo

Çapemeniya Îsraîlê: Di êrîşekî de bavê Hesen Nesrula hat kuştin

Gulan Media November 13, 2024 Nûçe
Çapemeniya Îsraîlê: Di êrîşekî de bavê Hesen Nesrula hat kuştin

Desteya weşana Îsraîlê îro 13.11.2024ê ragehand, di êrîşeke balefirên Îsraîlê ya li ser Sûriyê de, Ebdulkerîm Nesrula yê bavê Serokê Giştî yê berê yê Hizbulahê Hesen Nesrula bû hatiye kuştin herwaha li gel wî birazayekî wî yê bi navê Hadî Nesrula jî di wê êrîşê de hatiye kuştin.

Li gor heman çavkaniyê ragehandiye, êrîş piştî serdana nûnerê rêberê Îranê bo ser cîheke veşartî û nepenî ku li gund û çolterên Humis a Sûriyê pêkhatiye, hatiye encamdan.

Hat ragehandin ku di êrîşê de malek bûye armanca êrîşê ku Ebdulkerîm Nesrula û hevalên wî têde bûne, herwaha Hadî Nesrula yê birazayê wî jî li heman deverê bûye.

Çend roj berî naha Îsraîlê êrîşek li bajarê Sûr a li başûrê Lubnanê pêkanî û 5 kes ji malbata Hesen Nesrula hatin kuştin.  

 

Basnews

Top