Îro salvegera Rizgar kirina Şingalê ye
Şingal bi Fermandariya raste rast ya Serok Barzanî hate rizgarkirin.
Îro 13ê Mijdarê beriya 9 salan di operasiyoneke berfire û steratejîk ya hêzên pêşmerge ya bi fermandariya raste rast ya Serok Barzanî bajarê Şingalê ji destê terorîstên DIŞIê hate rizgarkirin.
Şingal ku, di roja 3ê Tebaxa 2014an de ketibû destê terorîstên DIŞIê, di Mijdara 2015an de hate rizgarkirin û di encama êrîşên terorîstî yên DIŞIê de zêdetir ji 6 hezar û 500 şêniyên Şingal û derdorê hatine revandin û bi hezaran kes jî hatibûn komkujkirin.
Her di roja yekem ya dagîr kirina Şingalê de Serok Barzanî soz dabû ku, di demeke nêz de vê Şingalê rizgar bike û Serok Barzanî soza xwe bire serî û ev bajarê hate rizgarkirin.