Serok Barzanî: Danielle Mitterrand li ser gelê Kurd xwedan heqe
Îro merasîmek bo bîranîna sed saliya jidayikbûna wê hate organîzekirin.
Îro li Hewlêrê bi amadebûna Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîmek bo bîranîna sed saliya ji dayikbûna Xatû Danielle Mitterrand organîzekirin û di vê merasîmê de Serok Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku, Danielle Mitterrand li ser gelê Kurd xwedan mafe jiber ku, gelek tişt bo gelê Kurdistanê kiriye û yekem jina Ewrûpayî bûye ku, bo gelê Kurdistanê rondikên xwe rijandiye û bo berevanî kirin ji gelê Kurdistanê roleke gelek girîng û çalak lîstiye.
Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku, Mitterrand dixwest gelek tiştên din bo gelê Kurdistanê bike lê belê temen derfeta vê yekê neda.
Serok Barzanî anî ziman ku, ti carî rondikên Mitterrand bo gelê Kurd jibîr nake û gelek serfiraze ku, li Washingtonê xelata mafên mirovan bi destê xwe radestî Mitterrand kiriye.