Serok Barzanî û balyozê Franseyê civiyan
Behsa rewşa deverê û çend mijarên din hatiye kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Patrick Dorrill kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Franseyê yê li herêma Kurdistan Jan Brem jî têde beşdar bû, balyozê Franseyê jiber serkeftina prosesa hilbijartinan pîrozbayî li Serok Barzanî kir û rêzdariya xwe jî ya li hember zêdebûna rêjeya beşdarî kirina xelkê di hilbijartinê de anî ziman.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî anî ziman ku, rêjeya zêde ya beşdariya welatiyan di prosesa serkeftî ya hilbijartinê de piştîvaniyeke mezine bo rewayetî dayîn bi dezgehên fermî yên hikûmeta herêmê û spasiya civaka navnetewî jî kir ku, çavdêriya prosesa hilbijartinan kiriye.
Her di heman civînê de nîqaş li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û tekez li ser têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Franseyê hate kirin.
Balyozê Franseyê herwiha spasiya rola Serok Barzanî kir ku, girîngiyeke zêde bi organîze kirina 100mîn salvegera jidayikbûna Daneal Mettran daye û biryare ev merasîma han roja 12ê vê mehê were organîzekirin.