• Saturday, 07 December 2024
logo

Ebdulrehman Apo: Tawanên li Efrînê çêdibin li ti dera cîhanê nebûne

Gulan Media November 11, 2024 Nûçe
Ebdulrehman Apo: Tawanên li Efrînê çêdibin li ti dera cîhanê nebûne

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo ragihand ku tawanên li Efrînê çêdibin li ti dera cîhanê nebûne û belku ti caran nebin jî.

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bi berdewamî binpêkirinan dikin.

Çakdarên mixalefeta Sûriyeyê berdewamî dest dane ser mal û milkên xelkê Efrînê û bacên giran li ser xelkê wê herêmê ferz dikin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê Ebdulrehman Apo bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa binpêkirinên li herêma Efrînê kir.

“Serkirdeyan çeteyan Tirkmen in”

Ebdulrehman Apo got:

“Tiştên çete li xelkê Efrînê dikin li ti dera cîhanê nebûne û belku ti caran nebe jî. Berê dizî hebûn û kuştin û revandina kesan hebû lê dîsa jî xelkê dikarî bi çeteyan re jiyana xwe derbas bike.

Lê niha çeteyên li Efrînê bi taybet çeteyên Hemzat û Emşet zora xwe zêdetir li ser miletê Kurd ferz kiriye.

Niha tevahiya Efrînê di destê wan de ye û komên çeteyên din nemane, hemû bûne Tirkmen.

Dibe ku di bin fermana wan de hinek Ereb hebin lê hemû serkirdeyên wan Tirkmen in.

Siyaseta Tirkan a li Efrînê bi rêya wan tê kirin. Wate dagirkerên Tirk çi ji wan re bibêje ew jî dikin.”

“Niha siyaseteke aborî tê meşandin”

Ebdulrehman Apo amaje bi wê yekê kir ku niha li Efrînê siyaseteke aborî tê meşandin û got:

“Siyaseta îsal a li Erînê tê kirin siyaseteke aborî ye. Jiyana xelkê girêdayî aboriyê ye. Dema li ser xelkê bacên zêde ferz bike xelk jî dê ji neçarî bireve.

Lê tevî wê jî xelkê me li Efrînê dimîne.

Wekî hûn jî dizanin zeytûn ji bo xelkê me yê Efrînê berhemeke mukades e. Niha baca zeytûnan li ser xelkê zêde kirine.

Nabe xelk zeytûna xwe bibe derve û divê ji bo her tenekeya zeytê jî dolarekî wekî bac bide.

Niha tenekeyek zeyt ji 42 dolaran heta 52 dolaran e.”

“Ji Çekdaran milyonek dolar tê xwestin”

Apo eşkere kir ku Tirkiye milyonek dolar ji çekdarên mixalefeta Sûriyeyê dixwaze û got:

“Tirkiye ji çekdaran milyonek dolar wekî bac dixwaze, vêca çekdar jî li ser miletê me bacan zêde dikin.

Fîşek û hemû tiştên din ji kisî miletê me ye û ew bi wan fîşekan xelkê me dikuje.

Navê 6 kesên bazirgan ên ji gundên Şiyê li cem min hene, çekdaran 10 hezar dolar bac li ser wan ferz kiriye. Wan ew bac dane jî.

Cotkar zeyta xwe û erdê xwe û traktorên xwe jî bifiroşin têra baca li ser wan hatiye ferzkirin nake.

Li devera Şiyê 2 muxtaran her yekê dest daniye ser 5 hezar darên zeytûnê û dahata wan dide çekdaran.”

Siyasetmedarê Kurd banga civaka navneteweyî û hêzên mezin  ên cîhanê kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku ev binpêkirinên li Efrînê têne kirin bidawî bibin.

“10 hezar Filistînî li Efrînê hene”

Derbarê koçberbûna li Efrînê jî Ebdulrehman Apo:

“Niha sînor û derî hatine girtin. Eger kesek bixwaze ji Efrînê derkeve du kefîl pêwîst dikin. Her wiha kesek bixwaze vegere jî pêwîstî bi kefilan heye û derbarê wan lêpirsîn tê kirin.

Niha Ereb bixwazin diçin Efrînê. Lê kesên ji Filistînê li Efrînê tên bicihkirin. Niha ji sedî 75î xelkê Efrînê Ereb û Tirkmen in wate nifûsa 750 hezar e.

Niha nêzîkî 10 hezar Filistînî li Efrînê hene. Kesên ji Filistînê sirgûn bûne ew li Efrînê hatine bicihkirin.

Niha kes venager Efrînê. Piraniya xelkê Efrînê koçberê Şehba û Helebê bûne.

Lê ez di wê baweriyê de me teqez paşeroja Kurdan dê baş bibe.”

Rudaw

Top