• Thursday, 26 December 2024
logo

Reşnivîsa lihevkirina agibestê di navbera Israîl û Libnan û Amerîkayê de li hev hat guhertin

Gulan Media November 11, 2024 Nûçe
Reşnivîsa lihevkirina agibestê di navbera Israîl û Libnan û Amerîkayê de li hev hat guhertin

 Rojnameya Yedioth Ahronothê ya Israîlî ragehandiye, îşev kabîneya “Civata Biçûk a Ewlehiyê” rûdine, ji bo ku danûstandinan li ser lihevkirina agirbestê li Libnanê bike.

Li dû wê rojnameyê, “Israîl û Libnan û Amerîkayê reşnivîsa lihevkirina agirbestê li hev guhertiye, ev jî di demekê de ye ku raport behsa navbeynkariya Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî Donald Trump dikin.”

Wê rojnameyê ji zarê çavkaniyan ragehandiye, “Şansê gehiştina bi lihevkirinê li Libnanê gelek e.”

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê duhî (Yekşemê, 10.11.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên Israîlê, sê hezar û 189 kes hatine kuştin û 14 hezar û 78 kesên din jî birîndar bûne.”

Israîl ji roja 23.09.2024ê ve êrîş dike ser Libnanê, ku ji bilî kuştin û birîndarkirina zêdetirî 17 hezar kesan, zêdetirî milyoneke Libnaniyan jî aware bûne, ku nêzî 70 hezar ji wan awareyî derveyê welatî bûne.

 

K24

Top