Trump ji Putin xwest ku rageşiyê kêm bike
Donald Trumpê ku bû serokê 47an ê Amerîkayê ji Vladimir Putin xwest ku rageşiya li Ukraynayê kêm bike.
Li gorî nûçeya The Washington Postê, Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin 7ê mehê bi rêya telefonê axivîne.
Trump ji Putin re gotiye, “Li Ewropayê gelek leşkerên Amerîkayê hene.”
Trump qala şerê Rûsya û Ukraynayê kiriye û ji Putin xwestiye ku rageşiyê kêm bike.
Li hêla din, rayedarên Ukraynayî derheqê vê hevdîtinê hatine agahdarkirin.
Putin, 7ê Çiriya Paşîn Trump pîroz kiribû û gotibû ku ew ji bo pê re biaxive amade ye.
Trump dema propagandaya hilbijartinê gotibû ku ew dê şerê Rûsya û Ukraynayê “yekser” xelas bike.
Rudaw