Serokê Herêmê diçe Azerbayicanê
Beşdarî di konferanseke cîhanî de dike.
Biryare îro duşem 11ê Mijdarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta beşdarî kirin di konferansa cîhaniya keş û hewayê serdana Azerbayicanê bike.
Li gel Serokê herêma Kurdistanê jî şandeke Kurdistanê diçe Azerbayicanê û beşdarî di konferansa cîhaniya keş û hewayê COP29 dike ku, îro destpê dike.
Serokê herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Azerbayicanê ve hatiye dawetkirin û konferansa han jî bi organîzatoriya Netewên Yekgirtî tê lidarxistin.