Sûdanî serdana Kurdistanê dike
Li gel rayedarên Kurdistanê behsa çend mijaran dike.
Biryare di dawiya vê hefteyê de Serokwezîrê federalî Mihemed Sûdanî serdana herêma Kurdistanê bike û li gel rayedarên herêma Kurdistanê bicive.
Li gor zaniyariyên berdest di civînan de vê giftûgo derbarê çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş were kirin.
Babetên weke serjimêriya giştî, bûdce û mûçe û herwiha destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê mijarên sereke yên civînên navbera rayedarên herêmê û Serokwezîrê Îraqê dibin.