• Thursday, 26 December 2024
logo

Serokê Hikûmetê pêşwaziya Konsulê giştî yê Îranê kir

Gulan Media November 8, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmetê pêşwaziya Konsulê giştî yê Îranê kir

 Îro 07.011.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li konsulê giştî yê Îranê Nesrulah Reşnûdî kir bo boneya dawî hatina erkê wî.

Serokê Hikûmetê spasiya konsulê giştî yê Îranê kir û hêviya serkeftinê ji erkê wî yê demê pêş de xwast.

Di hevdîtinê de bi giringî amaje bi serdana Serokomarê Îranê bo Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin, bi wê hêviya ku bibe pêşxistina zêdetir a pêywendiyên herdu aliyan.

Konsulê giştî yê Îranê li Hewlêrê, pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kir û tekezî li giringiya pêkanîna kabîneya nû a Hikûmeta Hêrêmê hat kirin.

Her wiha pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Konsulxaneya welatê xwe nîşan da.

 

Basnews

Top