Rewş li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê aloze
Vê xwepîşandan berfiretir bibin.
Jiber ji kar avêtina Serokên şaredariyên DEM partî û CHP, endam û alîgirên wan her du partiyan li Îstenbûl, Mêrdîn, Amed, Batman, Colemêrg, Urfa û gelek bajarên din daketine kolanan û dijî diyarî kirina qeyûman xwepîşandanê dikin.
Herwiha biryare DEM partî û CHP boykota tevahiya kar û çalakiyên komîteyên parlementoyê jî bikin.
Duhê jî Serokê CHP Ozgûr Ozel li Mêrdînê gotarek pêşkêş kir û soza têkoşîna hevbeş li gel dem partî li dijî qeyûman da.
Rixmî alozî û xwepîşandanên heyî duhê Cîgirê Serokê firakisyona AKP jî eşkere kiribû ku, prosesa diyarî kirina qeyûman bo şaredariyan berdewam dibe.
Basnews