• Wednesday, 01 May 2024
logo

Kalîteya sperma mêran girêdayî xwarina wan e

Gulan Media December 18, 2011 Civakî
Kalîteya sperma mêran girêdayî xwarina wan e
Lêkolîneke nû li Brazîlyayê derdixe holê ku corê xwarina ku zilam dixwe yan jî vedixwe, bandorê li kalîteyê sperma (avika spî ya mêran) wî û şansê ducaniya hevjîna wî dike, bi taybetî jî di dema çareserkirina pirsgirêka ducaniyê de.

Li gor lêkolînê, xwarinên herî baş bo bilindkirina şansê ducaniyê ew in, yên tije fêkî, keskatî û genim bin û herwiha goştê sor, alkohol û qahwe tê de nebe.

Berê gellek caran dihat gotin ku neducaniya jinan tenê girêdayî cigarekêşî û vexwarina alkoholê ji aliyê jinan ve ye. Herwiha wekî sedemekî wê yekê ku di demên borî de hejmara kurên cotkaran zêde bû û ji dewlemendan re jî pirranî keç çêdibûn, ji bo wê yekê tê vegerandin ku cotkar giya û genimxwer bûn û dewlemend jî goştxwer bûn.

Di vê lêkolînê de 250 mêr xistibûn bin çavdêriyê, herwiha şêweyê jiyana wan derbarê corên xwarin û vexwarinên wan hatiye çavdêrîkirin. Di encamê de derket holê ku çaran sêyê jinên wan zilamên ku beşdarî lêkolînê bûne ducanî bûn. Herwiha qelewî û vexwarina alkoholê ji aliyê mêran bûye sedema kêmbûna çiriya spermaya wan û herwiha nezokiya wê avê. Dîsan diyar bûye ku xwarina berhemên weke genim, cû û tevgerên lezgîn çiriya spermayê zêde kiriye. Herwiha fêkî jî bûye sedema zûderketina spermayê û xurtbûna wê.

Rudaw
Top