• Thursday, 26 December 2024
logo

Erdogan: Pirojeya rêya pêşxistinê dê gelek feyde bo Tirkiye û Îraqê hebin

Gulan Media November 2, 2024 Nûçe
Erdogan: Pirojeya rêya pêşxistinê dê gelek feyde bo Tirkiye û Îraqê hebin

Serokkomarê Tirkiyeyê di çarçoveya civîna xwe û Serokwezîrê Îraqê de behsa giringiya pirojeya Rêya Pêşxistinê kir û tekez kir ku, wê pirojeyê dê gelek feyde ji bo her du welatan hebin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (În, 01.11.2024) li Koçka Wehîdedînê ya Stenbolê civiyan.

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa Rêya Pêşxistinê kir û got, “Vê pirojeyê dê gelek feyde ji bo her du welatên Tirkiye û Îraqê hebin.

Navbirî tekez jî li ser giringiya pêşxistina peywendiyan û helsengandina derfeta alîkariyê û xasma jî pirojeya Rêya Pêşxistinê kiriye, ku dê gelek feyde ji bo her du welatan hebe û amaje da, “Em dê bi hemî îrade ji bo bicihanîna vê yekê li ser pêngavên pêdivî berdewam bin.”

Herwesa amaje jî da, “Tirkiye û Îraq du welatên cîran in û bi peywendiyên dualî yên dîrokî û çandî bi hev re tên girêdan.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî sibeha îro (În, 01.11.2024) ji bo civîna bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bi serdaneke fermî gehişt bajarê Stebolê yê Tiekiyeyê.

Herwesa Çavkaniyekê ji Hikûmeta Îraqê ji medyaya navxweyî re ragehand, “Serdana Sûdanî ji bo Tirkiyeyê çend seetan vedikêşe, di wê demê de bi Erdogan re dicive, ji bo ku danûstandinan li ser çend dozan bikin, ku hin ji wan peywendî bi rewşa deverê re heye.

 

K24

Top