Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dr. Mahmûd Meşhedanî kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê telefonî serokê nû hilbijartî yê parlamentoya Iraqê kir.
Îro roja înê Serokê Hikûmeta Herêma kurdistnaê Mesrûr Barzanî, di pêywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Dr. Mehmûd Mehedanî kir bi boneya hilbijartina bi serokê parlamentoya Iraqê û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast.
Her di wê pêywendiyê de Serokê parlamentoya Iraqê spasiya xwe bo pêywendiya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnaê da nîşandan û piştrastî da, ku dê piştevaniya xwe di cîbicîkirina destûr û çareseriya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Iraqê de bike.
Basnews