• Wednesday, 01 May 2024
logo

li Duhokê laşeyê gencekê sinêle tê dîtin

Gulan Media December 13, 2011 Civakî
li Duhokê laşeyê gencekê sinêle tê dîtin
Li goristana Dihokê termê nûciwanekî kuştî hat dîtin. Herwiha ciwanekê jî ji ber evîndariyê gûlleyek berda xwe û bi giranî birîndar bû.

Rêveberê Polîsên Nehiştina Tawan ê Parêzgeha Dihokê Fexrî Ehmed ji Rûdawê re got: “Roja 11.12.2011’an termê kurek 16 salî li goristan Şaxkê ya Dihokê ji aliyê çend kesan ve hat dîtin. Polîsên Nehiştina Tawan û Dadwerê Lêkolînê ji bûyerê hatin agehdarkirin û wan jî dest bi lêkolînê kirin.”

Fexrî di berdewama daxuyaniya xwe de got: “Ew kur bi gûlleya demancê hatibû kuştin û li serê wî ketibû. Piştî lêkolîna derbarê kuştina wî de, me karî di nava 24 saetan de kesê ku ew sûc kirî bigirin. Ew tometbar hevalekî wî bû û ew jî 15 salî bû. Herdu xwendevanên dibistana navîn bû. Tometbar li ser kuştina wî kurî mikûr hat. Çûbûn ligel hevalekî xwe demance wergirtibûn û çûbûn goristanê, ji bo nîşangirtinê berek danîbûn, lê gûlleyek ber hevalê wî ketibû û jiyana xwe ji dest da.”

Li aliyekî din jî duh êvarî ciwanek 23 salî yê rûniştvanê gundekî Dihokê, li ser pirsgirêkek evîndariyê gûlleyek berda devê xwe û bi giranî birîndar bû.

Rêveberê Polîsên Nehiştina Tawan ê Parêzgeha Dihokê Fexrî Ehmed di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Piştî bûyerê ciwan birine nexweşxaneyê. Piştî hat ser hişê xwe, eşkere kir ku li ser meseleya evîndariyê gûlleyek berdaye xwe û ti pirsgirêkek civakî nebû. Niha ew ciwan ji bo çareseriyê dibin çavdêriya pijîjk de ye.”

Rudaw
Top