Parêzgarê Hewlêrê û Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bajarên Erebî civiyan
Parêzgariya Hewlêrê belav kiriye: “Îro 28.010.2024, parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, li dîwana parêzgehê, pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bajarên Erebî Ebdulrehman Esfûr kir û di hevdîtinê de gotûbêj di derbarê erk û karên rêxistina navbûrî hat kirin û tekez li pêşxistina zêdetir ya pêywendiyên navbera herdu aliyan hatin kirin.”
Herwaha amaje bi wê jî hatiye dayîn, Piştre Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bajarên Erebî amaje bi kongreya rêxistinê ya sala bê li Hewlêrê kir û got, “Me Hewlêra paytexta a herêma Kurdistan ku wek aramtirîn û seqamgîrtirîn bajar li navçeyê ye destnîşan kiriye bo endamdana kongreya rêxistina xwe.”
Herwaha aşkera kir, “Di vê derbarê de parêzgarê Hewlêrê dilxweşiya xwe ji bo destnîşankirina Hewlêra paytext a ji bo encamdana kongreya rêxistina navborî nîşan da û ji bo serxistina kongreyê amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina hemû asankarî û alîkariyan nîşan da, herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku welatiyên Herêma Kurdistanê hezkirineke taybet bi xelkê Kuwêtê heye û hêvî xwest ku peywendiyên wê rêxistinê û parêzgeha Hewlêrê zêdetir pêşbikevin.”
Hewaha hatiye ragehandin ku di dawiyê de Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bajarên Erebî destxweşiya xwe ji bo hemû kar û xizmet û pêşkeftinên li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê nîşan da û hêviya berdewamiyê jê re xwest û spasiya parêzgarê Hewlêrê jî kir ku pêşwaziya rêxistina wan kiriye û piştevaniya wan kiriye.
Basnews