• Wednesday, 01 May 2024
logo

Ji îstîsmara cînsî re 43 sal û 6 meh ceza

Gulan Media December 1, 2011 Civakî
Ji îstîsmara cînsî re 43 sal û 6 meh ceza
Li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê li A.D’yê 23 salî bi hinceta li dijî zarokê 12 salî îstîsmara zayendî/cînsî pêk aniye, 43 sal û 6 meh ceza hat birîn.

A.D’yê 23 salî di meha Tebaxê ya sala par de bi îdîaya li dijî zarokê 12 salî îstîsmara zayendî pêk aniye, bi awayekî girtî dihat darizandin; derxistin pêşberî Dadgeha Cezayên Giran a Mîdyadê. Di doza hat dîtin de li bertawan/bersûc, ji tawana ‘li dijî zarokê kur îstîsmara zayendî’ 22 sal û 6; ji tawana ‘takekes ji azadiyê bêpar hiştin’ 21 sal ceza bi tevahî 46 sal û 6 meh cezayê girtîhê hat birîn.
Top