• Sunday, 27 October 2024
logo

Li başûrê Iraqê di pevçûnên navbera eşîran de serokê eşîrek hat kuştin

Gulan Media October 24, 2024 Civakî
Li başûrê Iraqê di pevçûnên navbera eşîran de serokê eşîrek hat kuştin

Îro çarşemê çavkaniyeke polîsê Iraqê Belav kiriye ku serokê eşîretekî di şerekî çekdarî de li başûrê Iraqê hatiye kuştin.
wê çavkaniyê ragehand: “Pevçûneke çekdarî di navbera eşîra Benî Keib û Çehebiyat li sînorê qeza Elî Xerbî ya li parêzgeha Mîsan pêk hat û di encama wî şerî de şêxê eşîreta Zehbiyat hat kuştin.”

Herwaha amaje bi wê jî hat kirin, hêzeke ewlekariyê ya polîsê Mîsanê cihê bûyerê dorpêç kiriye û karîne sê kesan ji wan kesan bigrin ku destê wan di wê bûyerê de hebû ye.

Herwaha şahidên navçeyê radigehînin, ku nakokiya kuştina şêxê êla Benî Keib ku berê ji aliyê eşîreta Zehbiyat ve hatiye kuştin, pevçûnên navbera herdu eşîretan de nû bûye û di tolwergirtinê de, serok eşîra din hatiye kuştin.

 

K24

Top