• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Xaneqînê komeke leşfiroşiyê hat girtin

Gulan Media October 12, 2011 Civakî
Li Xaneqînê komeke leşfiroşiyê hat girtin
Asayişa bajarê Xaneqînê yê Germiyanê, ragihand, hêzên wan komeke leşfiroşiyê li bajêr girtine.

Efserê asayişa Xaneqînê Omêd Mecîd, ji AKnewsê re got, îro li bajarê Xaneqînê, du jin û mêrek hatin girtin ku bo leşfiroşiyê hatibûn wir.

Mecîd, da zanîn, wî mêrî, ew du jin bo leşfiroşiyê anîbû Xaneqînê, her sê kes kurd û xelkê devera Celewlayê ne.

Efserê asayişa Xaneqînê, diyar kir, di lêpirsînê de, mêrik li xwe mukur hatiye.


(AKnews)
Top