• Thursday, 26 December 2024
logo

Wezîrê Derve yê Îranê bi awayekî cuda bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir

Gulan Media October 14, 2024 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê bi awayekî cuda bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin kir

Roja 13.010.2024, Wezîrê derve yê Îranê Ebas Eraqçî, serdana Iraqê kir û ji aliyê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ve hat pêşwazî kirin.

Ofîsa ragehandina serokatiya komara Iraqê, di daxuyaniyekî de belav kiriye ku, serokomarê Iraqê li hevdîtinekî de a li gel Wezîrê derve yê Îranê, tekezî li ser karkirina lezgîn bo dawîanîna bi êrîşê artêşa Îsraîlê  ya li ser Lubnan û bi armanckirina xelkê sivîl kirine, di hemandemê de tekezî li ser bi dawîhatina şerê li Xeze hatiye kirin û mijareke din jî rawestandina berfirehbûna pevçûnan li herêmê ye.

Herwaha Wezîrê derve yê Îranê li gel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiyaye û di civînê de Sudanî behsa wê kiriye: “Armanca hikûmetê ew e ku "dijminatî û êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeze û Lubnanê rawestîne." Wek bi xwe dibêjin, herwaha pêşî lêgirtina pêkhateya Îsraîlê ya di berfirehkirina pevçûnan e.  

Wezîrê Derve yê Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew helwesta hikûmeta Iraqê ya ji bo aramkirina rewşê bilind dinirxînin û serdana wî bi mebesta gotûbêjkirin û pêşxistina hewlên ji bo rêgirtina li belavbûna şer li herêmê ye.

Serdana wezîrê karên derve yê Îranê di demekê de ye ku şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê li başûrê Lubnanê û şer û pevçûnên navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê li Xezayê tê kirin. Di vê navberê de, navçe ji aliyê Iraqê ve di nav aloziyên berdewam de derbas dibe, ku grûpên milîs gelek caran êrişî Îsraîlê kirine û wî welatî gefa tepeserkirina Îranê û grûpên din ên êrîşkar li navçeyê xwariye.

 

Basnews

Top