• Wednesday, 01 May 2024
logo

Di meha Îlonê de 25 jin hatine kuştin

Gulan Media September 29, 2011 Civakî
Di meha Îlonê de 25 jin hatine kuştin
Li gor serjimêrek taybet derbarê jinan ya saziya Warvînê de, hatiye aşkire kirin ku di heyama meha îlonê ya îsal de, bêtir ji 25 jin hatine kuştin.

Her weha ji bo wê yêkê jî, îro li bajarê Hewlêrê amareya kuştina 25 jinan ji aliyê saziya Warvînê ve hat aşkirekirin.

Berpirsa saziya Warvînê, Lence Ebdulah ragihand ku bûyerên kuştina jinan gelek bûne, tenê di meha îlona îsal de, 25 jin bi awayên cuda cuda ji aliyê malbatên wana ve hatine kuştin.

Lenca da zanîn ku ji 25 jinên ku hatine kuştin, 7 jin bi şewtandinê jiyana xwe ji dest dane.
Top