• Wednesday, 01 May 2024
logo

Merê xwe bi çakoç birîndar kir û paşî bi tivengê kuşt

Gulan Media September 19, 2011 Civakî
Merê xwe bi çakoç birîndar kir û paşî bi tivengê kuşt
Li navçeya Agirî Bazîdê jineke ku îdîa dike mêrê wê tim lê dixist, bi çakûç mêrê xwe birîndar kir û paşê jî bi tivingê kuşt.

Bûyer îro êvarî li taxa Yenîmahalle, kuçeya tomûrcûkê pêk hat. Jina bi navê Zozan S., ji ber sedemeke ku nehat zanîn bi mêrê xwe Tevfîk S. re nîqaş kir û pevçinî. Di pevçûnê de Zozan S. Bi çakûç li serê mêrê xwe xist û birîdar kir û paşê jî bi tivinga li mafê bera mêrê xwe da û kuşt.

Piştî ku mêrê xwe Tevfîk S. Kuşt Zozan S. çû Midûriyeta Ewlekariyê ya Bazîdê teslîm bû. di îfadeya xwe ya pêşîn de Zozan S. anî zimên ku mêrê wê tim bi şîdet nêzî wê dibû û lê dixist û wê jî ji ber nekiriye der û ew di wê kêliyê de kuştiye. Polîsan di bin ewlekariyeke zêde de lêkolîn li mala cînayet lê pêk hatibû kir û cenazeyê Tevfîk S. rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.

ANF
Top