• Wednesday, 01 May 2024
logo

Li Duhokê di meha borî da 32 gencan rehên destên xwe birîne

Gulan Media September 13, 2011 Civakî
Li Duhokê di meha borî da 32 gencan rehên destên xwe birîne
Hat diyarkir: Diyaredeya birîna rehên destî li dev gencan li Duhokê ber bi zêdebûnêye û di meha borîda 32 bûyerên hewla xwekuştinê bi vê rêkê rûdane.

birînpêçek li nexweşxaneya tengaviya li dihokê, amarek aşkirakir û got: Ev halete piraniya wan gencin û ji keç û korane, jiyê wan di navbera 13 ta 17 saliyê daye, lê çu caran egerê birînê nedhate diyarkirin, belku sedemekê berovajî vê bo nujdaran dihate gotin.

Amara nexweşxaneyê diyarkiriye di meha heşt ya ev sale da, 32 haletên bi evî rengî li Duhokê ji keç û koran rûdayne û piraniya wan jî, demê digehînîne nexweşxaneyê ageh ji xwe nîne, çu ji wan jî canê xwe ji destnedaye.

Rojnama War
Top