• Sunday, 20 October 2024
logo

Perestarek hat kuştin û termê wî avêtin nav çem

Gulan Media October 6, 2024 Civakî
Perestarek hat kuştin û termê wî avêtin nav çem

Îro 06.10.2024ê çapemeniya Iraqê ragehand, perestarekî xelkê bajarê Necefê bi bahaneya karkirin hatiye bang kirin û piştre jî hatiye kuştin.

Hat aşkera kirin ew perestare li sînorê parêzgeha Dîwane hatiye kuştin û piştre termê wî avêtine nav çem û lêkolîna li ser bûyerê destpê kiriye.

Duh li Rumadî jî hejmarek çekdarên nenas avêtin ser mala rêveberê Elektrîka Rumadî û ew dan ber guleyan û ew berpirsê hikûmetê, li gel endamên malbata xwe hatin kuştin.

Li Iraqê kuştin her diçe zêde dibe û çavdêr amaje bi wê yekê dikin ku ji ber lewaziya saziyên ewlehiyê û hebûna çek li dest xelkê sivîl rojane xelk tên kuştin.

 

K24

Top