Li Silêmaniyê 28 xaniyên leşfiroşan hatin girtin (Rûdaw)
Serokê Hikûmetê berî 20 rojan bi rêya telefonê agehdariya qaymeqamê navenda Silêmaniyê kir ku karekî bikin bo girtina ciyên leşfiroşiyê û binçavkirina leşfiroş û leşkiran. Ev jî piştî wê yekê hat ku babetê zêdebûna diyardeya leşfiroşiyê li Silêmaniyê bûye behseke germê rojnameyan û kempîn jê re hat sazkirin.
Rêvebiriya Polîsên Silêmaniyê, erkê dûvçûn, binçavkirina leşfiroşan û derxistina malên leşfiroşiyê, girtiye ser milên xwe. Peyivdarê bi navê polîsên nava bajar, Îqbal Mihemed Heme Murad bo (Rûdaw) got wan berî biryara Serokê Hikûmetê jî hewla girtina leşfiroş û leşkiran didin "lê piştî biryara Serokê Hikûmetê, me hewldanên xwe bêtiri kirine."
Li gor amarên polîsên nava bajar ku ji (Rûdaw) re hatine dayîn, bêtirî 100 leşfiroş û leşkiran di destpêka vê salê de hatine girtin û doza wan çûye dadgehê, herwiha 20 xaniyên leşfiroşiyê jî hatine derxistin. Li her gor heman amarê, piştî fermana Serokê Hikûmetê 28 xaniyên din li Silêmaniyê hatine derxistin bo ciyê wan ê berê û 30 kesên din jî bi tometa xiyaneta hevjîniyê hatine girtin.
Îqbal Mihemed derbarê wan xaniyan got "şandine derveyî Herêma Kurdistanê." Lê wî zanyariyên bêtir derbarê wan û ciyên wan nedan. Lê çavkaniyeke polîsan got "ew malên Ereban bûn û şandine naverast û başûrê Îraqê."
Tevî ku Rêvebirê Asayişa Silêmaniyê beriya niha amara derbarê xaniyên taybetên leşfiroşiyê li nava bajarê Silêmaniyê eşkere kiribûn, lê Rêvebirê Polîsên Silêmaniyê Salar Ebdulla dibêje "pirsgirêka me ewe ku ev xanî nehênîne, loma ji bo vedîtina wan zanyariyên xelkê pêwîstin."
Çavkaniyeke Asayişa Silêmaniyê bo (Rûdaw) got "ciyên ku li bajarê Silêmaniyê leşfiroşî têde tê kirin, ji 400 xanî û ciyan bêtire." Tevî ku Rêvebirê Asayişa Silêmaniyê, Hesen Nûrî berî niha gotibû ku "li nava bajarê Silêmaniyê 270 xaniyên qereçiyan û 132 xaniyên din karê leşfiroşiyê tê de tê kirin û 70 xanî jî yên Kurdan bûn." Lê çavkaniya Asayişa Silêmaniyê zêdebarî piştrastkirina axaftinên Hesen Nûrî, herwiha diyar kir ku "bêguman xaniyên din jî hene ku em nizanin."
Berpirsekî polîsên nava bajarê Silêmaniyê ew yek neveşart ku ew ji bo vedîtina malên leşfiroşan, li gor zanyarî û skalayên hevwelatiyan tevdigerin "hin hevwelatî hene skalayê qeyd dikin û dibêjin ku di taxa wan de maleke leşfiroşiyê heye. Em jî skalayê bo dadwer dişînin da ku fermana girtinê bide û paşî em çavdêriyê dikin û wan digirin." Wî herwiha got "kesên ku hatine girtin, xelkê zanyarî li ser wan dane û hatine girtin."
Çavkaniyê Asayişa Silêmaniyê pêşbîniya wê yekê kir ku grûpên leşfiroşiyê ji tirsa kempînên polîs û asayişê berê xwe bidin qeza û navçeyan "ji ber ku kempîn niha di nava bajar daye."
Roşna keçeke Kurde û ev 4 salin ew di destên grûpeke leşfiroşiyê deye, ew derbarê bandên leşfiroşiyê dibêje "her bandek 4-5 mehan te digre cem xwe, paşî te dide destên bandeke din, ji ber bi vê şêweyê derengtir eşkere dibin."
Roşna di van deman de serokê banda wê ku kesekî Kurde ji wê re gotiye "ez neçarim te derxînim û bişînim bandeke din, ji ber em li cem polîsan tên naskirin." Ew keça ku ji bo şeveke leşfiroşiyê ji 25 hezar Dînaran heta 200 hezar Dînaran jî standine, dibêje "niha buhayê leşfiroşên Ereb girantire."
Bo kontirolkirinê, nav dane tendirustiyê
çavkaniyekî Asayişa Silêmaniyê behsa wê yekê jî kir ku Asayişa Silêmaniyê berdewam arîkariya polîsan dike bi armanca rêgirtina li leşfiroşiyê û got "hejmareke navan dane Rêvebiriya Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê û Rêveberiya Çavdêriya Tendirustî da kontirola wan bê kirin û bizanin ka ti nexweşî bi wan re hene yan na."
Rêvebirê Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê, Doxtor Rêkewt Heme Reşîd ew tişt retkir û got "ev raste, lê kontirolkirina wan nehêsane, ji ber ku yasayeke wisa tune."
Çavkaniyeke berpirsyar ji Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê zanyariyên bêtir di wê derbarê da dan û got "raste Asayişê navên gelek leşkir û leşfiroşên bajarê Silêmaniyê dane me ku kontirola wan bikin, lê em nikarin kontirol bikin."
Çavkaniya Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê dibêje "em ê çawa ji kesekî re bibêjin were em kontirola te bikin ka ti nexweşî bi te re hene yan na. Ji xwe ew kes bi nehênî wî karî dike û dibe ku bi tundî rûbirûyî me bibe."
Rêvebirê Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê dibêje "klubên şevan ku moletên wan hene, bi şêweyekî berdewam kontirola wan tê kirin û heta niha 100 kesên ku serlêdana wan ciyan dikin hatine kontirolkirin, herwiha kesên ku têde dixebitin jî."
Mamosteyê Xwandingeha Qereçiyên Silêmaniyê, Hana Fazil ku niha lêkolînekê derbarê qereçiyan saz dike, dibêje "qereçiyên Silêmaniyê li çend ciyan dabeşin, 70 malbatên wan di bin konan dene û 270 malbatên din jî di xaniyan de dijîn û hin ji wan karê leşfiroşiyê dikin."
Îqbal Mihemed retkir ku wan di van kempînan de ti leşfiroşeke qereçî girtibe "di nava kesên ku me binçavkirine de, ti qereçî tunene." Lê Hana Fazil dibêje "ew gelek bi zîrekî wî karî dikin."
Hana dibêje "corê Kawiliyan ji wan qereçiyane yên ku ji başûr û naverast Îraq û Îranê hatine û xweşiktirîn keçên wan hene, bêtiriya wan leşfiroşiyê dikin û her serê sibehê otombêleke wan li caddeya Sabonkeran hejmareke keç û jinan belav dike û diçe."
Maddeya yasayî ku polîs li gor wê tevdigerin bo rêgirtina li leşfiroşiyê, maddeya 15 ya yasaya sizadana Îraqê ye, lê ew yasa nikare rewşê biguherîne. Îqbal Mihemed dibêje "kesên ku tên binçavkirin, pişt re bi rêya kefalet û sizadayîna kêm, tên azadkirin , lê hin kes jî hene 4-5 salan hatine zîndanîkirin, lê di hemû rewşan de maddeya yasaya leşfiroşiyê kefalet jê digire û bi wê rê tên berdan."
Dadwer Ebdulkerîm Heyder dibêje raste di yasayê de derfeta wê yekê heye ku kesên binçavkirî serbest bê berdan, ji ber ku sizayê wî sivike "lê dadweran desthilata wê yekê heye ku sizayên tund bidin wan." Dadwerê navhatî rexnê li beşeke dadweran digire û dibêje "mixabin dadwer sizayên sivik diyar dikin, ev jî wisa dike ku ew kes mawekî kêm di zîndanê de bimîne û sûda wê jî nebe."
Dadwerê navhatî di wê bawerê de ye ku eger hemû dadwer sizayên tund bidin leşfiroş û leşkiran, wê demê wê ev tişt kêmtir bibe "lê eger mehekê di zîndanê de ma û paşî hate der, wê dîsan dest pê bike."
Fraksyonên Parlamenê newêrin tiştekî bikin
Mîna ku endamekî Parlamenê Kurdistanê behs dike, nexuyaye ku parlamen bikare pirsa leşfiroşiyê bi yasayê yekalî bike, ji ber ku hemû fraksyon ditirsin ku dengderên wan ji destên wan biçin. Endamê Parlamenê Kurdistanê ji Fraksyona Goran, Rêbaz Mehmûd di wê bawerê daye ku pêkhata civaka kurdî ya ku bêtirî misilmanin wisa kiriye ku parlamen nekare vê mijarê yekalî bike bi rêya yasayekê "mirov eger bi şêweyekî yasayî encam bide, wê beşeke civakê dij derkevin, ji xwe eger qedexe bikî, dîsan wê beşeke civakê dij derkevin." Lê nerîna wî parlamenterî ewe ku divê parlamen vê meselê yekalî bike "nabe wiha bimîne, ji ber ku xetere li ser rewşa tendirustiya xelkê û li dawiyê hikûmet jî wê bikeve astengiyê." Rêbaz herwiha got "me berê digot xetera hatina Adis, lê niha divê em hizra wê yekê bikin ku rê li belavbûna vê diyardeyê bigirin, ji ber ku ev tişt zêdebûye û amar bilind dibin."
Di roja 20`iî Temûza 2011`an kempînek bo dijberiya leşfiroşiyê hat pêkanîn û di 10 rojan de 80 hezar îmze komkirin. Serokê wê kampînê Fexredîn Qadir dibêje "em niha mijûlî danîna projeyê yasayekêne bo meseleya leşfiroşiyê û em dixwazin di wê projeya yasayî de sizayê leşkir, leşfiroş û delalan diyarî bikin."
Fexredîn Tahir herwiha got "em ji wê yekê ditirsin ku ev diyarde bi yasayekê bê organîze kirin û êdî xelk berê xwe bidin ciyên leşfiroşiyê mîna kirîna kelûpelan lê bê, lê em dixwazin ev tişt bi yasayê ji holê rabibe û qedexe bibe."
Me di vê mehê de bi buhayê 33 hezar Dolaran derman bo 3 nexweşên Aids ê kiriye
Çavkaniya Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê dibêje "li gor amarên dawiyê yên Wezareta Tendirustî li Herêma Kurdistanê 18 nexweşên Aidsê hene, 3 ji wan li Parêzgeha Silêmaniyê dimînin û niha dermanan bikartînin. " Çavkanî herwiha got "yek ji wan li Derbendîxan dimîne û 2 yên din jî ku jin û mêrekin li bajarê Silêmaniyê."
Çavkanî behsa çawaniya pêketina jin û mêrekî bi vê êşê kir û got "zilam li Ewrûpa bû û li wir bi Aidsê ketibû. Dema vegeriyayî jina xwe jî bi vê nexweşiyê xist." Wî çavkanî dîsan got "fermangeha Tendirustî ev cara duyemîne dermanên Aidsê bo van sê nexweşên Aidsê dikire, tenê di vê mehê de bi buhayê 33 hezar Dolaran derman bo wan kirîne ku tenê têra du mehan dike."
Ji bilî van 3 nexweşên Aidsê, çend nexweşên din ên Aidsê hebûn, lê dema Fermangeha Tendirustî kontirola wan kir, ew şandin welatên wan. Lê Peyivdarê Wezareta Tendirustî Xalis Qadir di dawiya meha borî de bo (Rûdaw) gotibû li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku virusê Aids bi wan re heye 15 kese (li Hewlêr 8, li Silêmaniyê 6 û li Duhokê jî yek).
Çavkaniya Tendirustiya Silêmaniyê hest bi metirsiya belavbûna nexweşiya Aidsê dike, ji ber hebûna ciyên nehênî yên leşfiroşiyê û dibêje "ew cî nediyarin û wê nexweşiyê belav bikin, lê ciyên fermî û moletdayî berdewam tên kontirolkirin."