• Wednesday, 01 May 2024
logo

Zilamê min zaroka me bi 2 000 dolaran firot, 5000 dolar bi zaroka min dihatin lê min neda

Zilamê min zaroka me bi 2 000 dolaran firot, 5000 dolar bi zaroka min dihatin lê min neda
Li bajarê Hewlêrê jinek ji ber hejariyê dixwaze zaroka xwe bifroşe, lê belê piştre poşman dibe. Ji bajarê Silêmaniyê jî dayikek bi dilekî kul dibêje piştî ku mêrê wê jê cuda bûye zaroka wê ya şîrxwer bi 2 hezar dolaran firotiye.

Sirûşt Cemal (26) ku li Silêmaniyê rûdine dibêje ji ber wê nakokiya berdewam a ku di navbera wê Ako F. Yê mêrê wê de hebû, li dadgehê ji hev cuda bûne, lê belê roja derçûna biryara cudabûnê her li ber dadgehê mêrê wê zaroka wê ya şîrxwer firotiye.

Sirûşt wiha axifî: ‘’Zarok di hembêza min de bû û min şîr didayê, roja 20.01.2011ê ku ez û Ako ji hev cuda bûn, otomobîleke cam reş hat ber deriyê mala me ji hembêza min derxistin û birin, jin û mêrek di otomobîlê de bûn diyar bû zarok ji wan re çênedibûn, min qet bawer nedikir zaroka min bi 2 hezar dolar bifroşin.’’

Lê belê Keyfî Ezîz a dayika Ako ew yek red kir ku zarok firotibin û got: ‘’Nexêr me ne firotiye, ji me nedihat bi xwedî kin û her belaş me da wê jin û mêrî ku zarok ji wan re çênedibûn.’’

Ji aliyekî din ve jineke nişteciha bajarokê Xebat ser bi bajarê Hewlêrê bi navê Behar ku dayika 7 zarokan e û zarokek jî hilgirtiye û bi xwedî dike, diyar kir ku ji ber rewşa wan a xirab xwestiye zaroka xwe bifroşe, lê piştre poşman bûye.


Behar wiha axifî: ‘’Dema xelkê zanî ku ez zaroka xwe difroşim, çendîn kesan telefon ji min re vekirin, yên ku 4 hezar dolar jî bi zaroka min didan hebûn û en 5 hezar dolar jî.’’ Lê Behar nikarî wê biryara metirsîdar bide û hestê dayiktiyê rê lê girt: ‘’Ew zarok kezeba min e, destê min jê nehat berdan.’’

Maddeya 383 ya Yasaya Sizadana İraqî, cezayê 3 sal zîndankirin ji wan kesan re daniye ku zarokên xwe difroşin, herwiha İraqê dû protokolên navdewletî îmze kirine bo qedexekirina firotina zarokan, yek di sala 1992an de û ya din jî di sala 2002an de.

Rûdaw
Top