• Sunday, 06 October 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî li gel rêkxistinên PDKê li Neynawayê civiya

Gulan Media September 16, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî li gel rêkxistinên PDKê li Neynawayê civiya

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî li gel rêkxistinên PDKê li Neynawayê tekezê li ser mukomkirina pêkvejiyana aştiyane û hevpejirandinê û canê lêborînê di navbera pêkhateyan de dike.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî êvara îro (Yekşem, 15.09.2024) li Dihokê, bi Liqa 14ê ya Mûsilê û Liqa 17ê ya Şingalê û Mekteba Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê û berpirs û endamên wê re civiya.

Di wan civînan de, danûstandin li ser rewşa rêkxistinên PDKê û erkê wan ê partîtiyê hatin kirin, herwesa di derheqa çalakiyên her du liqan û Mekteba Rêkxistinê ya Neynawayê ya PDKê û pêdivîtiyên wan de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li hev guhertin û behsa bernameya karê wan hat kirin.

Xwezaya sinorê Neynawayê û hebûna pêkhateyên cuda cuda yên olî û neteweyî li wî sinorî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn, tê de tekez li ser giringiya rolê rêkxistinên PDKê di mukomkirina pêkvejiyana aştiyane û hevpejirandinê û canê lêborînê di navbera pêkhateyan de hat kirin.

Rewşa siyasî û îdarî ya deverê û çend pirsên din ên girêdayî wî sinorî mijarên aliyekî din ê wê civînê bûn.

 

K24

Top