• Saturday, 27 July 2024
logo

Alî Yerlîkaya: Li Sêrtê 4 gerîlayan canê xwe ji dest da

Alî Yerlîkaya: Li Sêrtê 4 gerîlayan canê xwe ji dest da

 Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li navçeya Xisxêrê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Di van demên dawî de artêşa Tirkiyeyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyonên dijwar dane destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li navçeya Xisxêrê ya Sêrtê li hemberî gerîlayên PKKyê operasyoneke bi navê “Gurz-2” li dar xistiye.

Yerlîkaya da zanîn ku di wê operasyonê de 4 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her çar gerîlayan bi vî rengî ne: Semra Ayverdi bi nasnava Benda Amed, Seyîthan Sencer bi nasnavê Baran Hemlîn, Yakup Nişo bi nasnavê Sarî îbrahîm, Bişenk Durmuş bi nasnava Destîna Botan.

Heta niha PKKyê li ser mijarê ti daxuyaniyek belav nekiriye.

 

Rudaw

Top