• Saturday, 27 July 2024
logo

Saziyên sivîl nerazîbûn li hemberî êrîşên cafeyên nav Sûrê nîşan didin

Saziyên sivîl nerazîbûn li hemberî êrîşên cafeyên nav Sûrê nîşan didin

Li Diyarbekirê saziyên sivîl bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa li nav Sûrê li dijî kargehan hatîn kirin şermezar kirin û bal hate kêşan ku ev demek e êrîşên vî rengî rû didin ku divê pêşî lê were girtin. Saziyên sivîl bang li raya giştî kirin ku bêhtir serdana Sûrê bikin û bêhtir li Sûrê xwedî derbikevin.

Ji aliyê Platforma Piştgirî û Parastinê ya Bajêr ve li Diyarbekirê li dijî êrîşa 11ê Tîrmehê li Sûrê li ser  2 cafe û otelek rû dabû daxuyaniyek hevpar bo çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê berdevka platformê Yildiz Ok Orak ve li kuçeya ku êrîş lê pêk hatibû hat xwendin.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku nayê qebulkirin destwerdan li şêwaza libasên jinan were kirin û bal hate kêşan ku mafê ti aliyekê nîne ku zirarê bide çanda pêkvejiyanê ya Diyarbekirê. Daxuyaniyê de hat gotin ku di demên dawîn de êrîşên wisa zêde bûne û divê Serdozgeriya Komarî Ya Diyarbekir lêpirsînek bibandor û ciddî bimeşîne.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Ercan Yılmaz got: “Di nava mehekê de ev cara 5ê ye ku êrîşên wisa yên li ser şêwaza jiyana mirovan tên kirin rû didin. Êrîşî dansa mirovan dikin, êrîşî xwaringehan dikin, êrîşî jinên dikevin avê dikin, êrîşî cafeyan û  otelan dikin. Divê lêkolîn were kirin ku navbera van êrîşan de têkilî hene an ne. Ji ber ku rengê êrîşan dişibin hev, kesên êrîşkar dişibin hev. Êrîşên provakatîf in, eger kesên rastî êrîşan tên bersiva êrîşan bidin dê rewş biçe xalek gelek xeternak.”

Kesên rastî êrîşê hatîn jî dibêjin ew dest ji kare xwe bernadin, ewê her dem li çanda xwe xwedî derbikevin. Xwediyê kargeha rastî êrîşê hatî dibêje navê kargeha wî hewş e û ew hewş ya hemu xelkê ye ku ewê rê nedin tirs li nava surê belav bibe.

Xwediyê cafeya rastî êrîşê hatî Bahoz Damlayici got: “Em ji êrîşên wan natirsin, piştî êrîşê em hatin vê derê me dîsa kargeha xwe vekir, emê xwedî li çanda xwe derkevin, emê xwedî li hewşa xwe derbikevin, emê xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

Endamên saziyên  hevgirtiyên platformê ne biryar dane ku ewê ji îro pê de bêhtir serdana cafeyên nav sûrê bikin û bêhtir li cafeyên nav sûrê wextê xwe derbas bikin.

 

K24

Top