• Saturday, 27 July 2024
logo

Parlamenterek: Iraq dixwaze PKKê ji navçeyên sînorî dûr bixe

Parlamenterek: Iraq dixwaze PKKê ji navçeyên sînorî dûr bixe

 Parlamenterekî Iraqê radigehîne ku Iraq dixwaze heman rêkeftina ewlehiyê ku li gel Îranê pêkanî bû, li gel Tirkiyê jî cîhbicîh bike, ji bo dûrxistina PKKê li sînoran.

Îro 14.07.2024ê endamê lijneya peywendiyên derve ya Parlamentoya Iraqê Amir Fayiz ragehand, hikûmeta Iraqê demeke hewla dawî anîna bi hebûna PKKê ya li Iraqê dide.

Herwaha got, gotûbêj li gel aliyên Tirk berdewame û vê derbarê de Iraq dixwaze serweriya xwe biparêze. Herwaha Iraq rê nade axa wê bibe sedemê gefxwarin û metirsiyê bo ser Tirkiye, yan jî her welateke din ê cîran.

Parlamenterê Iraqî got, Iraq dixwaze heman tevdîrên ewlehiyê yên li gel Îranê hene, li gel Tirkiyeyê jî cîhbicîh bike.

Di navbera Iraq û Îranê de rêkeftina ewlehiyê heye û ew rêkeftin ji bo dûrxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li ser sînorane û rêkeftin di warê cîhbicîhkirinê de ye.

 

Basnews

Top