Serokê Hikûmetê serxweşî li parêzgarê Duhokê kir
Duh 12.07.2024ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê wî Rêdî Teter, bi peywendiyekî telefonî serxweşî li parêzgarê Duhokê Elî Teter kir.
Serokê Hikûmetê serxweşî û hevxemiya xwe gehande parêzgarê Duhokê û hêvî xwest ji xwedayê mezin ruhê xwedê jê razî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.
Parêzgarê Duhokê jî li beramber da spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo wê peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û ragehand.
Basnews