• Saturday, 27 July 2024
logo

Biden navê Zelensky jibîr kir û jê re got; ‘’Serok Putin’’

Biden navê Zelensky jibîr kir û jê re got; ‘’Serok Putin’’

Serokê Amerîkayê Joe Biden xeletiyeke din a nû kir û di merasîmekî de dema Zelensky pêşkeşî amadebûyan dikir ango dê behsa Zelensky bikira got: Ev Serok Putin e’’

Îro 12.07.2024ê Lûtkeya NATOyê ya li Washingtonê bi dawî bû û di civîna dawiyê ya çapemeniyê de Serokê Amerîkayê gotarek pêşkeş kir û xeletiyên xwe yên heta naha yekî din lê zêde kir û navê Serokê Ukraynayê jibîr kir û jê re got: ‘’Serok Putin’’

Li hember vê xeletiya Biden bertekên tund û nerazîbûn pêşketin û piranî aliyan ew wek şikesteke nû pênase kirin. Joe Biden berbijêrê Partiya Demokratan a Amerîkayê ye û di bin givaş û fişareke zêde de ye ku xwe ji pêşbirka Serokatiya Amerîkayê de paş de vekêşe, ji ber ku tenduristiya wî ne di cîh de ye.

Biden di civînê de dema xwest rê bide Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ku biaxive got: ‘’Naha jî ez vê derê ji Serokê Ukraynayê re bicîh dihêlim, ew kesekî wêreke, belê birêzan waye Serok Putin.’’

Piştî wê xeletiyê Biden hewl da rast bike û got: ‘’Gelek fikirandinên min li ser şikestên Putin in’’ armanca wî ya wê gotinê jî ew bû ku gelek fikir li şikandina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dike, ji ber wê jî ew tenê xeletiyekî ziman bûye.

 

Basnews

Top