• Saturday, 27 July 2024
logo

Hikûmeta Îraqê ji Tirkiyeyê dixwaze bingehên cîrantiya baş li ber çavan werbigire

Hikûmeta Îraqê ji Tirkiyeyê dixwaze bingehên cîrantiya baş li ber çavan werbigire

Şer û hevrikiyên PKK bûne sedema şehîdbûna bi sedan welatiyên Herêma Kurdistanê û berdana zêdetirî hezar gundan li deverên sinorî yên hevpar.

Li parêzgeha Dihokê zêdetirî 600 gundan û li Îdareya Serbixwe ya Soranê jî zêdetirî 400 gundan hatine berdan, Hikûmeta Îraqê jî daxwazê ji Tirkiyeyê dike ku bingehên cîrantiya baş li ber çavan werbigire.

Ev çend sal in ku şerê berdewam ê PKK û artêşa Tirkiyeyê zirarê digehîne welatî û deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê. Ji bilî şehîdbûna bi sedan welatiyên sivîl bi dirêjahiya van salan, bi sedan gund jî hatine berdan û zirareke zêde jî gehiştiye rez û bax û welatî û jîngeh û xwezaya deverê jî.

Şerê PKK û Tirkiyeyê zirar gehandiye tevaya deverên Herêma Kurdistanê, li Îdareya Serbixwe ya Soranê jî ev hevrikî bûye sedema berdana zêdetirî 424 gundan û şehîdbûna zêdetirî sed welatiyan û birîndarbûna sed welatiyên din.

Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê, zêdetirî 63 gundan hatine berdan û 45 welatiyên sivîl jî ji ber wan êrîşan şehîd bûne. Mezintirîn zirar gehiştiye parêzgeha Dihokê, bi awayekî ku zêdetirî 633 gundan li sinorê Dihokê hatine berdan û bi dehan welatî jî bûne qurbanî.

Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê zêdetirî 50 gundan hatine berdan û zêdebarî birîndarbûna bi sedan welatiyan, 13 kes jî ji ber şer û êrîşan şehîd bûne.

Pişrî şer û rûbirûbûnên vê dawiyê, Civata Wezarî Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê civîneke taybet li ser vê pirsê kir û daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku, bingehên cîrantiya baş li ber çavan werbigire û bi rêya peywendiyên xwe yên diplomatîk bi Hikûmeta Îraqê re hevahengiyê bike.

 

K24

Top