• Saturday, 27 July 2024
logo

Gelo dê nûnerên Tirkiye û Sûriyeyê li Bexdayê bicivin?

Gelo dê nûnerên Tirkiye û Sûriyeyê li Bexdayê bicivin?

Wezîrê Karên Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên diyar kir ku hikûmeta Îraqê bo ku berpirsên Tirkiyê û Sûriyêyê li Bexdayê bicivin û asayîkirina peywendiyan gotûbêj bikin însîyatif wergirtiye.

Fuad Husên îro li Washingtona paytexta Amerîkayê di konferansa rojnamegeriyê de axivî.

Fuad Husên li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê yê Washington got:

“Hikûmeta Îraqê ji bo berpirsên Tirkiye û Sûroyeyê li Bexdayê bicivin û asayîkirina pêwendiyên her du welatan gotûbêj bikin însîyatîf wergirtiye.

Lihevkirineke destpêkî li ser civînê hatiye kirin lê dîrok nehatiye diyar kirin. Ez vegeriyam Bexdayê, em dê rojekê diyar bikin."

Me bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriye û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re jî hevdîtin pêk anî.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di lûtkeya NATOyê de li Washingtonê eşkere kiribû ku wî berî du hefteyan ji Beşar Esed xwestibû ku bi wî re hevdîtinê bike.

"Min Esed dawet kir"

Her wiha Erdogan di berdewamiya axaftina xwe jî de wisa gotibû:

“Min ji birêz Esed re got, ‘yan were welatê me, yan jî li welatekî sêyem em hevdîtinê bikin’ min ev bangawaziya xwe beriya du hefteyan kiribû û li ser vê mijarê min Wezîrê Karên Derve yê welatê xwe erkdar kiriye.

Ew jî ligel aliyên berpirsiyar gotûbêjan dike. Bi hêviya Xwedê, em dê vê rewşa derbas bikin û em dixwazin qonaxeke nû dest pê bikin.”

Divê were gotin piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê sala 2011an, Tirkiyeyê piştgirî da komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku hewl didin dawiyê li desthilata Beşad Esed bînin.

Leşkerên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê herêm û bajarên wekî, Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî yêm Rojavayê Kurdistanê û El Bab, Ezaz û Idlibê yên Sûriyê xwedî hêz in.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed beriya bi demekê eşkere kiribû ku eger Tirkiye ji nav xaka Sûriyeyê vekişe û rêzê li serweriya Şamê bigire dê dest bi danûstandinan bikin.

 

Rudaw

Top