• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Wanê erd hejiya

Li Wanê erd       hejiya

Li navçeya Tûşpayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tûşspayê ya Wanê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej doh bi şev demjimêr 23:19an çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Li aliyê din, li gorî daxuyaniya parêzgariya Wanê di erdhejê de ti ziyayên canî çênebûnê.

 

Rudaw

Top