• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Nîjeryayê di dema ezmûnan de dibistanek hilweşiya: 21 kesan canê xwe ji dest dan

Li Nîjeryayê di dema ezmûnan de dibistanek hilweşiya: 21 kesan canê xwe ji dest dan

 Li eyaleta Plateau ya Nîjeryayê di dema ezmûnan de dibistanek hilweşiya û 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberê dibistana Saint Akademî Daoramola Ekundayo ji rojnamevanan re ragehand, li bajarê Jos a paytexta eyaleta Plateau, li dibistana Saint Akademî de dema xwandevan di ezmûnê de bûn avahiya du tebeq hilweşiya.

Li dibistana herêma Jos North piştî hilweşînê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hate destpê kirin û heta naha hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 21 kesan.

Berdevkê Xaça Sor Nuruddeen Hussain Magajî jî vê derbarê de ragehand, 69 kesên birîndar ji bo nexwaşxaneyên cuda hatine veguhestin.

Hat ragehandin xebatên lêgerînê di xirbeyên dibistana hilweşyayî de berdewam in û nîgeranî heye ku hejmara miriyan zêde bibe. Lê heta naha nayê zanîn sedemê hilweşîna dibistanê çî ye?

 

Basnews

Top