• Saturday, 27 July 2024
logo

Di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 94 sal derbas bûn

Di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 94 sal derbas bûn

Îro di ser Komkujiya Geliyê Zîlanê re 94 sal derbas dibin ku di rojên 12-13ê Tîrmeha 1930î de ji alyê artêşa Tirkiyeyê ve hat kirin.

Sala 1930î, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de ku di belgenameyên Komara Tirkiyeyê de wekî “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyeyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin.

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.

Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.

15 hezar Kurd hatin kuştin

Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.

Lê şahidhalên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.

Bi Qanûna Îskanê a 5ê Gulana sala 1932yan, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan.

Piraniya kesên hatin mişextîkirin di zindanan de canê xwe ji dest da. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin.

Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê.

Qirxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin

Di sala 1980yî de jî bi biryara Kenan Evren (7emîn Serokkomarê Tirkiyeyê), Qrxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.

Tevî tapoyan jî nikarin vegerin ser axa xwe

Welatiyên Geliyê Zîlanê ligel ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe wergirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.

Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê duyemîn komkujiya mezin a li hemberî Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê di Îlona 2020î de belgefîlmeke taybet derbarê Komkujiya Geliyê Zîlanê de bi navê Esmanê Sor: Geliyê Zîlan weşand.

Di wê belgefîlmê de şahidên komkujiyê û kesên ku ji şahidan çîrokên komkujiyê bihîstine, behsa wê komkujiyê û kuştina bi hezaran welatiyên Kurd ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê dikin.

 

Rudaw

Top