• Saturday, 27 July 2024
logo

Serbest Lezgîn: PKK dijî ezmûna Herêma Kurdistanê ye

Serbest Lezgîn: PKK dijî ezmûna Herêma Kurdistanê ye

Endamekî Mekteba Siyasî ya PDKê radigehîne, “PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye bela û armanca wê çêkirina arêşeyan ji bo Herêma Kurdistanê ye.” Navbirî di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî berheviya PDKê ji bo tevlîbûna di hilbijartinan de tekez dike.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Serbest Lezgîn duhî (Pêncşem, 11.07.2024) di bernameya Xê ya K24ê de got, “Meha Remezanê bû ku Sûka Çelê li Dihokê şewitî, ew rûdan piştî bangê spêdê bû. Wê demê me goman hebû ku ew agir ji ber şorta karebê bûbe ji ber ku kareba wê derê prepaid bû û çi alozî û bêserûberiya wayeran jî nebû.”

Serbest Lezgîn amaje jî da, “Li dû vekolanan, diyar bû ku PKK li pişt şewitandina wê sûkê bû. PKK li dijî Herêma Kurdistanê û ezmûna wê rêkxistineke tundrê ye, herwesa armanca wê alozkirina rewşa Herêma Kurdistanê ye.”

Navbirî tekez jî kir, “Şewitandina dikanên kedkaran karekî nemirovî ye.” Herwesa got, “Çend endamên YNKê tevlî şewitandina wê sûkê bûbûn lê ev kar siyaseta wê partiyê nîne.”

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê ron jî kir, “Şewitandina sûkê ji aliyê PKKê ve dozeke asayî ye ji ber ku PKK li dijî Herêma Kurdistanê ye, herwesa ew kes û aliyên ku hez nakin Herêma Kurdistanê pêş bikeve jî dostên PKKê ne.”

Serbest Lezgîn herwesa got, “PKK ji bo Herêma Kurdistanê bûye bela, şerê xwe yê bi Tirkiyeyê re aniye nav axa Herêma Kurdistanê.”

Navbirî eşkere jî kir, “PKK rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan wernagire û zirareke zêde gehandiye wê, ji ber wê nêzî 400 gundan li herêmê hatine berdan û şêniyên wan gundan jî bar kiriye bajaran.”

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê eşkere jî kir, “Ew komên çekdar ên ku li Şingalê hene siyaseta PKKê bi cih tînin. Herwesa PKKê di dema xwe de çi rol di azadkirina Şingalê de nebû.”

Serbest Lezgîn di derheqa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de jî got, “Em ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê berhev in û çi bername jî ji bo paşxistina hilbijartinan nînin.”

 

K24

Top