• Saturday, 27 July 2024
logo

WHO: Her heftiyê 1700 kes li cîhanê ji ber vîrosa Koronayê dimirin

WHO: Her heftiyê 1700 kes li cîhanê ji ber vîrosa Koronayê dimirin

Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî amajeyê dide ku heta niha bandora vîrosa Koronayê li ser tendirustiya cîhanê maye, herwesa daxwazê ji wan kesên bandora wê pejîkê li ser heye dike ku vaksîna dijî wê vîrosê bi kar bînin.

Birêveberê Giştî yê Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus îro (În, 12.07.2024) haydarî li ser bandora metirsîdar a vîrosa Koronayê da, amaje jî da ku xelk kêmtir vaksîna dijî wê vîrosê bi kar tîne.

Tedros Adhanom Ghebreyesus herwesa got, “Heta niha ev vîros kujek e û rêjeya mirinê ji ber wê bilind e.” Ron jî kir, “Piraniya wan kesên dikevin bin bandora nerênî ya vê vîrosê jiyê wan di ser 60 saliyê de ye.”

Birêveberê Giştî yê Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî eşkere jî kir, “Heta niha her heftiyê 1700 kes li ser astê cîhanê ji ber bandora nerênî ya vê vîrosê dimirin.”

 

K24

Top